Letras

Keziyên yarê bi gul e, bi gul e çavxezal Rûken e çav bi kil e, çav bi kil e delal Hûrik hûrik dikene dikene ez heyran Lê bi kul û keser e, êşiyaye çavxezal Hûrik hûrik dikene dikene ez heyran Lê bi kul û keser e, êşiyaye çavxezal Dîlbera li ber behra Wanê min di xewnekê de dît Çavhunguvê min li ber pela çiyayê Sîpanê dît Qencîya ezdayê mezin derxist pêşberî min Ez qurbana esaletê xelata birînên min Qenciya homayê mezin derxist pêşberî min Ez qurbana esaletê xelata birînên min Keziyên yarê bi rihan e, bi rihan e çavxezal Mîna kulîlkan bêhn dide, bêhn dide Mem bi qurban Tu dibêjî qey çemek av e, ava herî zelal Ger vexwum ez ê nemrim, ez ê nemirim tucar Tu dibêjî qey çemek av e, ava herî zelal Ger venexwum ez ê bimrim, ez ê bimirim her car Li berûberê behra Med an darek zeytûnê me Êşiya me, talan bûme çavên min li rê ye Dema tu li neqeba tarî derket pêşberî min Kenê min ê zarokatî te anî bîra min Dema tu li neqeb tarî derket pêşberî min Kenê min ê zarokatî te anî bîra min Keziyên yarê bi rihan e, bi rihan e çavxezal Mîna kulîlkan bêhn dide, bêhn dide ez heyran Tu dibêjî qey çemek av e, ava herî zelal Ger vexwum ez ê nemrim, ez ê nemirim tucar Tu dibêjî qey çemek av e, ava herî zelal Ger venexwum ez ê bimrim, ez ê bimirim her car
Writer(s): Mehmet Esen Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out