क्रेडिट्स
PERFORMING ARTISTS
Kawa
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Kawa
Songwriter
गाने
XERÎBÎ
Xweziya li gundê xwe bûma
Limin-limin li nava baxçê gula
Min gulekî biçanda oy oy
Ji bona sebra dila
Xerîbîyê ez dûrxistim
Ax ax ji van dost û hevala
Emrê çû êdî nayê, oy oy qet nayê sebra dila
Tim di bîra min dane limin-limin
Ewan rojên me yê geş
Qet ji bîra min naçin oy oy
Porê xelek, çavên reş
Bejn û bala li hevhatî ax ax zarê şirîn, kenên xweş
Bêriya te dikim yarê oy oy
Tuyî gula mina geş
Bêriya te dikim rindê limin limin
Tuyî gula mina geş
Gotin & Muzîk: Kawa
„Bîranîna Huseyin Çiftçi û Bêrîvan Alp“
Written by: Hozan Kawa