गाने

Min çi danî, ew hilanî
Tiştên li dû xwe didim alî
Qebûl im, çi hat çi çûyî
Tu yî gulana emrê min
Şeşê sibê, bi dengê dîkan
Xwezî li hembêza min da ba
Ez ê bang kim bi sê dengan
Tu yî hilma kezeba min
Hey yar, bêyî te nabe
Hey hey yar, tehmekê nade
Hey hey hey, baş guhdarke
Mîna zaran tê bi min şa bî
Hey yar, bi qedr û qîmet
Hey, hey yar, jîr û comert
Hey hey hey, nade min tu dert
Tu yî bihara emrê min
Ne min hêz e, ne per û bask
Bêtirs û xof, bêxem û saw
Ne pir dûr be, ne jî bibez
Ne jî yara dibêje ez û ez
Li ser singê te çend şahnik
Ez ê maçkim nazik, nermik
Dilê'm li def û zirnê xist
Tu yî miqama emre min
Hey yar, bêyî te nabe
Hey hey yar, tehmekê nade
Hey, hey hey, baş guhdarke
Mîna zaran tê bi min şa bî
Hey yar, bi qedr û qîmet
Hey, hey yar, jîr û comert
Hey hey hey, nade min tu dert
Tu yî bihara emrê min
Written by: Hakan Gürbüz, Rewşan Çeliker
instagramSharePathic_arrow_out

Loading...