Video Musik

Video Musik

Dari

PERFORMING ARTISTS
Ali Aktaş
Ali Aktaş
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Anonim
Anonim
Songwriter
Zuber Salih
Zuber Salih
Composer
Melaye Ciziri
Melaye Ciziri
Songwriter

Lirik

Sebahul xeyr xana min, şehî şîrîn zebana min
Tuyî ruh û rewana min, bibit qurban te canê min
Te alellah çi(h) zatî tu çi(h) wî şîrîn sifatî tu
Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu
Heyat û reheta can im”sebahul xeyr ya xanim!”
Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê
Sebahul xeyrî mesta min,letîfa cam bi desta min
Xumar û meyperesta min,tuyî meqsûd û qesta min
Ji meqsûdan tuyî bes min bibin ber çerxê etles min
ji xeyrê te nevêt kes min bi reş toz in muqewwes min
Di benda zulfê çewkan im “sabahul xeyrî ya xanim!”
Were bî nahiya çavan bibînim bejn û balayê
Ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywêndê
Siyeh çeşmê sipî zendê te sohtim şibhetê findê
Şubhê şem’ û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez
Da’if im wek hilal im ez sîfet goyîn di kal im ez
Ve bulbul ra bi evxan im “sebahul xeyrî ya xanim!”
Were bînahiya çavan biînim bejn û balayê
Ve bulbul ra şev û rojê ser wê terh û bişkojê
Enî mahî şefeq rojê te sohtim şubhetê dojê
Ku dûr im ez ji wê hûrê tenê carek li ser sûrê
Ji wadî eymana torê tecella kir di nîv nûrê
Ji wê sohtî dil û can im “sabahul xeyr ya xanim!”
Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
Ji husna wê tecellayê yedî beyda û belayê
Çi wesfan bîm xeber nayê welê dil cezbêê dayê
Ne hişyar im ji wê berqê ji zer tacêli ser ferqê
Ji spêde da heta şerqê belê naêxmê ferqê
Ji derba ‘işqê nalan im “sabahul xeyr ya xanim!”
Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê
Written by: Anonim, Melaye Ciziri, Zuber Salih
instagramSharePathic_arrow_out

Loading...