Dari
PERFORMING ARTISTS
Berfin Mirmend
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Resul Mîrmend
Songwriter
Lirik
Berfin sebra dilane bilbila liser Gulane mîna heyva şevêye bedewe zor cîwane çavreşe çav Xezale gerdena wê şemale xwedîyê dengê zelale liber dilê min delale
bavo ez keça Teme heyrana dilê Teme ez gelek serfirazim ku ez delala Teme kevoka mala Teme libin sîya Dara teme heya saxbim li dunyayê bavo muhtacê Teme (2)
berfîna min çavreşe wek bilbila deng xweşe Nazike û dilgeşe mîna gula binevşe wek Xezala binexşe hurik hurik dimeşe liber bidin û cemala wê vedibin gule geşe 2
dîlê te wek dinêye wargeha evînê ye ew dilê teyê ezîz bihuşta liser dinêye tişta herî xweş li dinê hezkirina bavêye kesek nemîne bê bav bav ronaya rojê ye 2
keçik xemla malanin Ronya çavê bavanin sebra dilê biranin kulîlka dayîkanin qedir û qiymetê zanin dildarê dê û bavanin gul sosin û rihanin ezîza nav dilanin 2
bav evîne jîyane ji derdanre dermane bav sitona malê ye çinara li ber piştane hevale dilovane can gorîyê zarokane li ser serê me kêm nebe bav hemû rihe hemû cane li ser serê me kêm nebe mala bê bav wêrane
Written by: Resul Mîrmend

