Video musicale
Video musicale
Crediti
PERFORMING ARTISTS
Aras Ardalan
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Ece Mumay
Songwriter
Aras Ardalan
Songwriter
Testi
Piştî ez û tu dûr hev ketin
Gulêt baxçê min hemî çilmisîn
Piştî ez û tu dûr hev ketin
Hisrê çavên min qet ne sekinîn
Ax piştî te Yar , bila dinya xirabe
Ax piştî te Yar , Ezrail canê min bibe
Ax piştî te Yar , bila qiyamet rabe
Ax piştî te Yar , dinya li min heram be
Ketî xewna min xewrevîna min
Nîva şevê da şiyar bum xewê da
Nabe sibe yar li min nabe sibe
Ev şevên tarî bê te derbas nabe
Ax Pişti te Yar , min hez ji kesê nekir
Ax pişti te Yar , min kesê bawernekir
Ev çavê te yê reş û belek
Ax piştî te Yar , min qet bîr nekir (2)
Piştî ez û tu dûr hev ketin yar
Min xêr nedît min xweşî nedît
Piştî te yar ez nexweş ketim
Bê derman bê dev û ezman ketim
Ez piştî te xeribîya ketim
Mirina ketim êşan ketim
Hezkirina min û te mîna eşqa mem û zînê bû
Hesreta min û te bu mirinê
Piştî te Yar min dil neda çi kesê carek dinê
Ez bawerim hemî roja tu hisrên cava dibarînî
Ez bawerim hemî roja tu dinalînî
Yarê ez dizanim ez û tu bi hevre têr nebûn
Yê ez aşiqê te kirîm
Cavên reş û belek bû
Bawer bike hêja bêhna te li min tê
Buye derman, can û bedenê min tê
Deşt u zozan, gul u rihan şahidê eşqa min û te bûn
Piştî te ez zanim jiyana min
Mirin were canê min
Pişti te ez dizanim gula min
Mirin were canê min
Written by: Aras Ardalan, Ece Mumay