Crediti
PERFORMING ARTISTS
Komîna Tevna Jinê
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Devrim Demir
Songwriter
Testi
Va ye em in, li vir in
Em ê bi jinê biguherîn in
Tovê azadiya xwe
Em ê bi destê xwe bireşîn in
Bi tîrêjên roja pîroz
Şax dide li nav axa me
Hêvîyên siberoja me
Ronî dikin vê riya me hêy
Va ye em in em jin in
Xwediyê fikrekî azad in
Bendê ku ava bûne
Li derdora xwe em radikin
Em parêzvanên xwezayê ne
Xwediyê hilberînê ne
Avakerên jiyanê ne
Û dildarê vê dozê ne hêy
Dîsa jin, dîsa jiyan
Dîsa jin, dîsa azadî
Belav dibe dengê me
Li heft parzemînên cîhanê
Em ava dikin modêlek nû
Li dora rastiya jinê
Em davêjin tovê xwebûnê
Em şîn dikin hêviya hebûne hêy
Written by: Devrim Demir

