Suggerimenti
Crediti
PERFORMING ARTISTS
Xelil Xemgin
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Xelil Xemgin
Composer
Hekim Sefkan
Songwriter
Testi
Ez ne xerîbê vê axê me
Biratî ji hevparîna axê destpê dike
Ku hun min nas nekin ew ê kes we nas neke
Ho mêvano ji ku ve tê?
Berê te li ku de ye?
Tu koçer î yan rêwî yî?
Xerîbî ve derê ye
Ho mêvano ji ku ve tê?
Berê te li ku de ye?
Tu koçer î yan rêwî yî?
Xerîbî ve derê ye
Ho birano ez bargiran im
Dengbêj û tembûrvan im
Mala min ser milan
Rojê li gundekî mêvan im
Aşiqê azadiyê me
Û aşiqê bêhna gula
Û aşiqê roj û avê me
Ar û ax û deşt û zozan
Helbesta min nemir e
Însan, gul êdî neçilmise
Bûk û zava bi hev şa bin
Zarok ji şevan netirse
Jiyan mafê mirovan e
Hesabê wê nepirse
Fireh e dinyaya mezin
Bijîn çi hol û çi girs e
Dinya namîne bi rengekî
Roj û şev û demsal e
Baye li payîzan rabe
Ji bo daran ne heval e
Yê ku konê zilmê vegirt
Evînê nake mal e
Derê ey însan tu hişyar be
Ku zor hat xwe vemalê
Ho mêvano ji ku ve tê?
Berê te li ku de ye?
Tu koçer î yan rêwî yî?
Xerîbî ve derê ye
Aşiqê azadiyê me
Û aşiqê bêhna gula
Û aşiqê roj û avê me
Ar û ax û deşt û zozan
Writer(s): Hosnav Mendo, Davut Canpolat
Lyrics powered by www.musixmatch.com