Создатели
ИСПОЛНИТЕЛИ
Mem Ararat
Исполнитель
МУЗЫКА И СЛОВА
Mem Ararat
Автор песен
ПРОДЮСЕРЫ И ЗВУКОРЕЖИССЕРЫ
Mem Ararat
Продюсер
Слова
TE DILÊ MIN ŞIKAND
Ew sebra weke behran
Zuwa bû te miciqand
Destên min li ser dilê min hur hurî bû ji xeman
Hurhurî bû ji xemam
Te dilê min pir şikand
Te dilê min kûr şikand
Gelek çîya hedimîn ji korbûna dildaran
Eyloyên bêminet jî xwe rûçikand li ezman
Hezkirina min bêdawiye lê te ez gelek westand
Êdî ruyê min li çiya ye
Te dilê min pir şikand.
Hezkirina min bêdawiye lê te ez gelek westand
Êdî ruyê min li ba ye
Te dilê min pir şikand
Te dilê min kûr şikand
Bêheyf bû kulmek hinar
Bêheyf bû ked û xwêdan
Lavlavkek im çilmisîm li ber hemû dîwaran
Bi gotinên wek xenceran
Te dilê min pir şikand
Bi awirên wek xenceran
Te dilê min pir şikand
Dizanim tu fam nakî çawa diderize zeman
Dizanim tu fam nakî çawa diderize ezman
Qet nebe vê bizane,ji te hezdikim weke dînan
Ne bi carekêde şikestim,hêdî hêdî pir caran
Dibe kû ne bi qest be lê te dilê min pir şikand
Te dilê min kûr şikand
Eferim ji te re…
Written by: Mem Ararat

