Music Video

Credits

PERFORMING ARTISTS
Sivan Perwer
Sivan Perwer
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Sivan Perwer
Sivan Perwer
Composer
Geleri
Geleri
Songwriter

Lyrics

Ax de were lê, were lê were lê lê Ax kirîvê lê lê axx xxx Kirîvê vê sibê wezê bi Çiyayê Şengalê, Gola Smoqya diketim îro gelî di gelîda gelî di gelî da di gelî da Kirîvê lê Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Smoqya li xwe kiriye kirasê sorî melesî çeka eba wî eba dawî di ser da Xwe dabû devê Gola Smoqya mîna kevoka, şînordeka Çemê Xebûrê di binî da hê kirîvê lê lê Kirîvê tu zanî gunê min û te çiye ev heq û şop û rê li min û te girtî ye Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu jî Êzidî ye kirîvê lê lê... Kirîvê ez ketime bextê te, tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kevîne Xwe berde pozê Şengala Şewitî Tê bi şêxa şêxê Melekê Tawis ke, were di ser derd û kula re ramûsanekê bi ser can û cesedê kirîvê xwe berde Kirîvê lê lê Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be Heger gune be bira sedqa ber serê ez feqîrê we me kirîvê lê lê... Îcar keçikê bang kir: Kirîvo wezê jin im ne bi destê xwe me Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez sond bixum bi Şêxaltîkê Melekê Tawis be Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra me kirîvo lo De ramûsanê m keçkê Êzidîyan, di xweşbûna sehera sibê di azanya melê da kirîvo lo... Sîng û berê min, kara xezala mi xibşê, mi dîlimezê, min kevoka, şînordeka Çemê Xêbûr e hê kirîvo lo De mîna fîncanê qehwê ferfûrî, dev û lêvê min mîna şekirê Amedê di devê cuhê de axitkirî dişîne, kirîvo lo
Writer(s): Traditional Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out