Music Video

Music Video

Credits

PERFORMING ARTISTS
Arhat
Arhat
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Arhat
Arhat
Songwriter

Lyrics

Li kolanên dilê te da
Min kon û pergalê xwe danî
Sing û berê te zozan in
Weke çirist û weke rihanê
Hêsirên çavên te lê lê yarê
Weke ava çem û kanî
Tasek avek jê bide yarê
Ez vexwim rindê bi dil û canê
Hêsirên çavên te lê lê yarê
Weke ava çem û kanî
Tasek avek jê bide yarê
Ez vexwim rindê bi dil û canê
Yar yarê yarê ax yarê yarê
Can yarê yarê karxezalê.
Ez Siyabend im, tu yî Xeca zerîn
Boyê hêsirekî te ketim xwarê
Yar yarê yarê ax yarê yarê
Can yarê yarê karxezalê.
Ez Siyabend im, tu yî Xeca zerîn
Boyê hêsirekî te ketim xwarê
Ez bûm Derwêş ji ber evina te
Çûm cenga giran ji hêviyên te
Min serî danî ser mertalan
Ketim xewn û xeyalên te
Tu bûyî weke tirêjek rojê
Bi ser laşê min da hatî xwarê
Min serî danî ser çonga te
Ketim xewa nehişyariyê
Tu bûyî weke tirêjek rojê
Bi ser laşê min da hatî xwarê
Min serî danî ser çonga te
Ketim xewa nehişyariyê
Yar yarê yarê ax yarê yarê
Can yarê yarê karxezalê.
Ez Siyabend im, tu yî Xeca zerîn
Boyê hêsirekî te ketim xwarê
Written by: Arhat
instagramSharePathic_arrow_out

Loading...