歌词

Ez ne xerîbê vê axê me Biratî ji hevparîna axê destpê dike Ku hun min nas nekin ew ê kes we nas neke Ho mêvano ji ku ve tê? Berê te li ku de ye? Tu koçer î yan rêwî yî? Xerîbî ve derê ye Ho mêvano ji ku ve tê? Berê te li ku de ye? Tu koçer î yan rêwî yî? Xerîbî ve derê ye Ho birano ez bargiran im Dengbêj û tembûrvan im Mala min ser milan Rojê li gundekî mêvan im Aşiqê azadiyê me Û aşiqê bêhna gula Û aşiqê roj û avê me Ar û ax û deşt û zozan Helbesta min nemir e Însan, gul êdî neçilmise Bûk û zava bi hev şa bin Zarok ji şevan netirse Jiyan mafê mirovan e Hesabê wê nepirse Fireh e dinyaya mezin Bijîn çi hol û çi girs e Dinya namîne bi rengekî Roj û şev û demsal e Baye li payîzan rabe Ji bo daran ne heval e Yê ku konê zilmê vegirt Evînê nake mal e Derê ey însan tu hişyar be Ku zor hat xwe vemalê Ho mêvano ji ku ve tê? Berê te li ku de ye? Tu koçer î yan rêwî yî? Xerîbî ve derê ye Aşiqê azadiyê me Û aşiqê bêhna gula Û aşiqê roj û avê me Ar û ax û deşt û zozan
Writer(s): Hosnav Mendo, Davut Canpolat Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out