Hudební video

Delalê - Şivan Perwer - (The Collection 15 - 1995)
Přehrát hudební video {trackName} od interpreta {artistName}

Kredity

PERFORMING ARTISTS
Sivan Perwer
Sivan Perwer
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Sivan Perwer
Sivan Perwer
Songwriter
Dilşad Said
Dilşad Said
Composer

Texty

Li kolanê bajarê Ewropa Li keça Kurd rast hatim Bê xwedî digeriya Bi dil germê pêrgî min hat Xûya bû li çara serê xwe digeriya Min go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Çi digerî Delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Çi digerî Go lo lo birao Em bi ber zilma bayê reş ketim Îro bi welatê dûriyê ve derketin Hîn weke min bi hezara hene Bêkar û sermîyan Li welatê xerîbiyê şermeze ketin Min go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Ma ez kanî çi bikim Delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Ez jî nizanim çi bikim Delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Ka bêje ez çi bikim Dîsa go lo lo keko Belê heq negotine Welatê mirova şêrîntir e Ger hindikek azadî hebûya Birçîbûna welatê me Ji têrbûna welatê xelkê bi rûmettir e Min go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Belê tu rast dibêjî Delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Welatê me rûmeta me ye Delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Ka em welatê xwe şên bikin Delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Welat azadî ye
Writer(s): Sivan Perwer, Gulistan Perwer Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out