Songtexte

Meryem xanê bê awazên xwe Reng da çanda mê Jiyana xwe da stranan, Û stranji da me Şâ bibî Meryem xan Em tê ji bîr nakin: Were dotmam, were dotmam Ax lê dotmamê. Tu kulîlka nava şax û nava zozan Lê lê dibê dotmam dibê Heçî kesê derdê evînîkê nedîtiye Ax de bila li min û dotmama min Nekin gazind û loman... Ax de dotmamê, dotmamê... Ax zerî kubarê dil evîndarê... Weleh dotmam ava şetê me şerbet e... Dotmam ava şetê me şerbet e... Pêla navîn li ser hev kete... Lê dotmam dibê evînîka, Xelk û alemê adet bû Ax ya min û dotmama min, Li Cizîra Bota bûye çi qebhete Ax de dotmamê, wî de dotmamê. Ax zerî kubarê dil evîndarê... Were dotmam ava şetê me hêşîn e, Were dotmam ava şetê me hêşîn e, Pêla navîn ser û bin e Lê lê w'ezê herim dotmama xwe Ji mamê xwe bixwazim Weleh Heger mamê min, Dotmam min nede min Weleh ezê çepilê dotmama, Xwe bigirim birevînim Biqelibînim ser çemê Xalidikê... Ax de dotmamê, wî de dotmam. Ax zerî kubarê dil evîndarê... Were dotmam, navê dotmama min Gulçîn e Dotmam, navê dotmama min Gulçîn e Tava heyvê daketiye, Cizîra Botan ser û bin e W'ezê herim dotmama xwe, Ji mamê xwe bixwazim Lê lê Heger mamê min, Dotmama min nede min Ezê bêjim mamo tu xwînîyê serê min î Ax de dotmamê, dotmamê Wî de dotmamê, Ax zerî kubarê, ez bi xûlamê
Writer(s): Meryem Xan, Sivan Perwer Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out