Songtexte

Sira sibê li ba bû Dara hewrê veciniqî û hişyar bû Tevziyek da xwe Tevziyek kûr û rahişt bilûre danî ser dirana Sedsalên dûr û ji kezeba kûr sitira Sedsalên dûr û ji kezeba kûr sitira Sedsalên dûr û ji kezeba kûr sitira Sedsalên dûr û ji kezeba kûr sitira Kaniya bin dara hewrê Bi dengê bilurê re nehwirand Hêstir werwirand melûl melûl Hêstir werwirand melûl melûl Dilê heyva ji kovanên xwere Kêrî bi kerî kezext û dirand Dilê heyva ji kovanên xwere Kêrî bi kerî kezext û dirand Bilbilek firî ji hêlîne çu danî li gulya gulê Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe Berda dilê wan ji xuriyê Dilop dilop niqutî û xurî Niqut niqut niqutî û xurî Dilop dilop niqutî û xurî Niqut niqut niqutî û xurî Di dilopa paşî de şevek beyan bû Ji bilûrê his birî kanî xayis ket Li bine kema gulê bilbil ji can bû Li bine kema gulê bilbil ji can bû Jînek nû dest pêkir bi sira sibe Şeveq zelal xuza xuyan bûn Jînek nû dest pêkir bi sira sibe Şeveq zelal xuza xuyan bûn
Writer(s): Ciwan Haco, Rojen Barnas Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out