Songtexte
Le nîwerêy ewîna
Dillit le min tiraza
Be bêbakî ratkêşam
Beser dirk û hewraza
Leser merzî cudayî
Destekanim winkirdî
Lenêw temî fîraqa
Kê bû le minî birdî?
Boçî waman beser hat?
Boçî le astim goray?
Le qumarî ewîna,
Nek her min, xoşit doray
Azîzim! azîzim!
Bo çûy bê mallawayî?
Azîzim! Azîzim
Giyanfwtêne, jiyantezêne
Sarde werzî cudayî
Be çend rêda pelkêşit kirdim, bedûta hatim
Encam tenyat hêştimewe, hêşta her be hîwatim
Wekû ba royiştît û awirit nedayewe
Lebirî to sûtmakî yadit bo min mayewe
Boçî Le bîrit kirdim?
Boçî le astim goray?
Le qumarî ewîna,
Nek her min, xoşit doray
Azîzim! azîzim!
Bo çûy bê malawayî?
Azîzim! Azîzim
Giyanfwtêne, jiyantezêne
Sarde werzî cudayî
Written by: Hoshyar Karim