Songtexte

Welate min tiwî bûka cîhanî Hemî bax û bihuşt û merg û kanî Şepal û şeng û şox û naz û gewr î Gelek sêrîn û rind û pir ciwan î Serî taca Selehedîne Kurdî Enî roj e di birca asîmanî Du birhen te kevane Rusteme Zal Du zulfên te ji tîren qehremanî Riwe te agirê Zerdeşt û Mezdik, ji te hestir û şeraba kemûranî Du lêvên te kitêba Hacî Qadir, zimanê te ji benda seyda yê Xanî Çehna te guhên çudî û Hebler, qirik eywan û taxa Kesrewanî Di sînga te kitêba Zendevîsta, memik ferfûr em tî de neqşî manî Du destên te tixûben tirk û iran, hero cenga bi tîrên zervişanî Ji sînga te bi jer de gelyê Laleş, ziyaretgeh e bo me her zemanî Bi nişan û bi nan û xwîn rijandin, me dest girt û qelen da û tu anî Serî û pa û zend û bazin tev bi hine, hemî sor in ji renge erxewanî Bi te em şa nebûn ev bû du sed sal, ji me denge tivengan çûye banî Bira law û bavû ap û pismam li ser te hev dikuştin di renge pehlew anî Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer, dihatin hev li meydane beranî Bi talan û bi kuştin, hem bi sohtin, me kone şer li ser sînga te danî Emîr û begler û paşa û axa, kirin wêran sera û bire û xanî Li alîkî te deng û cang û halane, li alîkî te sedayê xewse sanî Ay ay ay ay Du derdên me hebûn, dijwar û xedar, xizanî yek ewe di her nezanî Weke şêr û piling em diçûn hev, pener rovî ji meydanê hilanî Me ew rojên ciwanî tev bi derdan, bi zîvarî, belengazî û şivanî Here bûkê pepûkê jare mestê, li ser sînga te zava man biyanî Te reş daye serê xwe her li ser me, li rokê dibî pîroz kitanî CEGERXWÎNê kurê te her dinale ji ber jana xizanî ewa din jî her nezanî Welate min tiwî bûka cîhanî Hemî bax û bihuşt û merg û kanî Şepal û şeng û şox û naz û gewr î Gelek sêrîn û rind û pir ciwan î Serî taca Selehedîne Kurdî Enî roj e di birca asîmanî Du birhen te kevane Rusteme Zal Du zulfên te ji tîren qehremanî Welate min tiwî bûka cîhanî Hemî bax û bihuşt û merg û kanî Şepal û şeng û şox û naz û gewr î Gelek sêrîn û rind û pir ciwan î Serî taca Selehedîne Kurdî Enî roj e di birca asîmanî Du birhen te kevane Rusteme Zal Du zulfên te ji tîren qehremanî
Writer(s): Sexmus Hassan, Davut Canpolat Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out