Στίχοι

Kî ji min bir xewnên şevan? Kî kuşt kenê li ser lêvan? Kî roja me bire ava? Hoy zemano, hoy zemano, hoy zemano, hoy... Ez ciwan bûm te ez pîr kirim. Ji vî dilî te ez ji bîr kirim. Hin birine jor hin jêr kirin. Hoy zemano, hoy zemano, hoy zemano, hoy... Zemanekî bi fetl u xap e. Xwe dike xwedî, lê xirab e. Bi me dikene, wilo nabe! Hoy zemano, hoy zemano, hoy zemano, hoy... Zemanekî bi xap û fen e. Me dikuje dîsa dikene. Dibê ma hîn wek min hene. Hoy zemano, hoy zemano, hoy zemano, hoy.
Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out