Letras

Ey lo siwaro ma tu bû stêra va egîda êêêê Şefaqê xwe dabû şelîtê kunê mezin, Zeraqê xwe dabû konan û va çîta Xweşmêr mala babê min nemane Lewma qelsemêr hespê wan dide ber cidîda li minê Ey la hayê sed car li min hayê Sê sed qeda û bela bikeve tor û bextê vê dinyayê êê yeman Ey lo siwaro berî sed cara li min berî Siwarek tê canîya wî reş e weke tenî Ev siwar çiqas bi şîr û mertalê xwe ra dikenî Siwaro lewma te namîs nekir Mi evdalê Xudê heram be ji îro pê de guhar û benî li minê Eva siwara siwar şeqandin Eva kihêla qeyd û merbetê xwe qetandên Eva kumêda şînboz westandin Ebabelekan eba li zendê zer walandin Eva xweşmêran cotê qerezîv dermanca li paxilê hev teqandên Mertalê zêr û zîvî ser serê hev firandin Hingê min zanîbû xweşmêr mala babê min nemane Lewma meydana şengesiwarê min jê standin Ey lo siwaro min evdalê Xudê hatibû rojika înê Xortik û cahilê me ne li mal in Kalemêra digot em biçinê li minê Hingê min zanîbû birîna şengesiwarê min ne ya xêrê ye Lewma kurma girtibû devê vê birînê yeman Ey lo siwaro min evdalê Xudê hatibû selefek Siwarê bergîra vê sibê darijîyane li meydanê. Yê kihêla girtibû çar teref e Xweşmêr mala babê min nemane Pey şengeswarê min evdalê Xudê dikin girran û gef e li minê Ey la hayê sed car li min hayê Sê sed qeda û bela bikeve tor û bextê vê dinyayê êê yeman Ey lo siwaro vê sibê tu bû stêra va egîda Şefaqê xwe dabû şelîtê kunê mezin Zeraqê xwe dabû konan û çîta. Xweşmêr mala babê min nemane Lewma qelsemêr dikine de'wa cîya Li minê Ey la hayê sed car li min hayê Sê sed qeda û bela bikeve tor û bextê vê dinyayê yeman
Writer(s): Mehmud Berazî, Traditional Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out