Video Musik
Video Musik
Dari
PERFORMING ARTISTS
Awaze Bazîdê
Spoken Word
COMPOSITION & LYRICS
Cüneyt Demir
Songwriter
PRODUCTION & ENGINEERING
Birusk Agirî
Producer
Lirik
Bê hişyar bin mîna berê
Zelal wekî ava kevserê
Bê hişyar bin mîna berê
Zelal wekî ava kevserê
Tu hûrî yî, tu perî yî
Tu vîldan, ne beşer î
Tu vîldan, ne beşer î
Hele canê, Esma canê
Şêrînê, qencî nizanî
Te buhara ciwaniya min kuşt
Her dem li min zivistan e
Hele canê, Esma canê
Şêrînê, qencî nizanî
Te buhara ciwaniya min kuşt
Her dem li min zivistan e
Ber eşqa te ez ketim tayê
Çi bikim bê te sebra min nayê
Ber eşqa te ez ketim tayê
Çi bikim bê te sebra min nayê
Di dawiya emrê min da
Te serê min xist belayê
Te serê min xist belayê
Hele canê, Esma canê
Şêrînê, qencî nizanî
Te buhara ciwaniya min kuşt
Her dem li min zivistan e
Hele canê, Esma canê
Şêrînê, qencî nizanî
Te buhara ciwaniya min kuşt
Her dem li min zivistan e
Dil peritî, dil bû biryan
Ji bona wan çav û birîyan
Dil peritî, dil bû biryan
Ji bona wan çav û birîyan
Hêstir ku ji wan dibarin
Çavê min bû wekî derîyan
Çavê min bû wekî derîyan
Hele canê, Esma canê
Şêrînê, qencî nizanî
Te buhara ciwaniya min kuşt
Her dem li min zivistan e
Hele canê, Esma canê
Şêrînê, qencî nizanî
Te buhara ciwaniya min kuşt
Her dem li min zivistan e
Written by: Cüneyt Demir