Video musicale

Video musicale

Crediti

PERFORMING ARTISTS
Serhado
Serhado
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Serhad Helexî
Serhad Helexî
Songwriter
PRODUCTION & ENGINEERING
Masum Yiğit
Masum Yiğit
Producer
Mehmûd Berazî
Mehmûd Berazî
Producer
K.O.B.
K.O.B.
Producer

Testi

Min pişt ewran dît heyva çardeh rojî
Zîv xemilî bi yek nêrîn dil kelî
Fûrî bi kenê wê yê şêrîn
Şewata wê li can bû birîn
Min Hêlîna Dila li ser wê nivisîn
Guhdar kir çavên wê beriqîn
Ji min re got li vir nema aramî
Ezê biçim ro bînim, bînim azadî
Ez hembêz kirim û girî
Çend deqa wilo ma berneda
Min got ma tu emîn î? got a
Û bê dilê xwe destê min berda
Benda te me ber bîrê
Bêrî min dûr biriyê
Em vegerin beriyê
Em ro bînin
Benda te me ber bîrê
Bêrî min dûr biriyê
Em vegerin beriyê
Em ro bînin
Hey la lo lo kuro nemaye nemaye nemaye
Bi rê ve meşka min qetiya şîrê min rijiya li zozana mame nemaye
Lo lo êvare wext dereng e ezê biçim royê bînim
Li hêviyan min nemîne sîwarê Hedbanê di dilê min de dilerzîne
Kê dizanê kengî çavê min çavê te bibîne
Qewlê me qediya
Nemaye
Azadiyê dihebînim, bûka çîya me, nextê min girane, kelha me ji xelkê re mane
Mala me werane, talane
Ava bîrê jî nemîne, berim ber di bîrê de dimîne
Benda te me ber bîrê (Benda te me ber bîrê)
Bêrî min dûr biriyê (Bêrî min dûr biriyê)
Em vegerin beriyê (Em vegerin beriyê)
Em ro bînin (Em ro bînin)
Benda te me ber bîrê (Benda te me ber bîrê)
Bêrî min dûr biriyê (Bêrî min dûr biriyê)
Em vegerin beriyê (Em vegerin beriyê)
Em ro bînin (Em ro bînin)
Ew roja li Amara, naçê ji bîra min
Bi hestiyarî dîsa vedigerim
Di erebê de ew li kêleka min
Cama xwe vekir û serê xwe derxist
Ba li porê, çi xweşe wan kêliyan
Destê xwe derxist wek ku firiya
Bi destê dî destê min girt û keniya
Li min nêrî û ji kêfa giriya
Dibêjin cihê me winda ye
Heskîfa me êdî nemaye
Dibêjin tu şehîd ketî dîsa naye
Şikefta me di bin avê de maye
Şevek hat mêvana xewna min bû
Hingî min nizanîbû çûye kû?
Min vê nivîsand mûyê laşê min rabû
Wek ku li ba min bû
Min destê te hîs kir li ser çengê xwe
Nefesa te li pişt guhê xwe
Stranên min tim bi hêvî ne
Lê vê carê hestên min sêwî ne
Benda te, benda me qetiya
Tu gihîştî cihê xwe
Ez hê jî rêwî me
Di bîra min de ew kêlî ma
Ser sax e lê dil sar û hêmî ye
Benda te me ber bîrê (Benda te me ber bîrê)
Bêrî min dûr biriyê (Bêrî min dûr biriyê)
Em vegerin beriyê (Em vegerin beriyê)
Em ro bînin (Em ro bînin)
Benda te me ber bîrê
Bêrî min dûr biriyê
Em vegerin beriyê
Em ro bînin
Written by: Serhad Helexî
instagramSharePathic_arrow_out

Loading...