album cover
Deyn
album cover
Deyn è stato pubblicato il 17 aprile 2026 da Red Music Digital come parte dell'album Tenûr
AlbumTenûr
17 aprile 2026
EtichettaRed Music Digital
BPM104
Melodicità
Acousticità
Valence
Ballabilità
Energia

Testi

Dibên ahên kesî nahêle ji kesî re Xwedê
Qey hatime jibîrkirin, ez bi tenê li kêlekê
Meşiyam û meşiyam, ez negiham tu derê
Hey didim û nayê dawiya deynê keserê
Berêvaran ez hîn diçim bin dara gûzê
Li qiraxa çem rûdinêm, belkî tu jî bê
Du gustîl di bêrîka min de, yek zîv û yek zêr
Ya zîv di tiliya min de, ya zêr ava çem bir
Yê çû ne ez bûm ah va gûz, va bipirse ji çem
Dîsa tê bi gilî û gazin bî, ser çavan ne xem
Her êvaran ez hîn diçim bin dara gûzê
Li qiraxa çem rûdinêm, îro belkî tu bêyî
Min du cixare pêçandin ji tûtina Xursê
Yek min pê xist, yek ji bo te min danî bin darê
Written by: Yahya Kösen
instagramSharePathic_arrow_out􀆄 copy􀐅􀋲

Loading...