album cover
Ava Evine
album cover
00:00
00:30
00:45
01:00
01:10
01:20
01:40
03:35
03:40
03:55
05:00
00:00
05:28
Ultimi 7 giorni
Ava Evine è stata scoperta più frequentemente a circa 45 secondi dall'inizio la canzone durante la settimana passata

Testi

Ji te re nabêjim av, avê zelaltir î
Şêrînî şerbetî, hingiv şêrîntir î
Bermaliya mala min qinyatar vedir î
Ji te re nabêjim gul, tu ji gulê bêhntir î
Ji te re nabêjim gul, tu ji gulê bêhntir î
Şev dirêj bûn, roj qet naçin
Meh li min bûn weke sal e
Ey rinda min çima nayê?
Hatina te xewn û xeyal e
Şev dirêj bûn, roj qet naçin
Meh li min bûn weke sal e
Delala min çima nayê?
Hatina te xewn û xeyal e
Eşq û evîndar im, delalê min dilketî
Berbanga sibê de mina stêrkek vêketî
Ez bûm koçerê rêyan, çavê min bi te neketî
Êdî were rinda min canê min nar pêketî
Êdî were rinda min malê min nar pêketî
Şev dirêj bûn, roj qet naçin
Meh li min bûn weke sal e
Ey rinda min çima nayê?
Hatina te xewn û xeyal e
Şev dirêj bûn, roj qet naçin
Meh li min bûn weke sal e
Delala min çima nayê?
Hatina te xewn û xeyal e
Tu wek Xeca çelengî, li ser çîyayê Sîpan
Şewq û şemala te ax daye her deran
Evîndarê te me, ez dikişînim xeman
Bes e, were rinda min, ez bûm jar û perîşan
Bes e, were rinda min, ez bûm jar û perîşan
Şev dirêj bûn, roj qet naçin
Meh li min bûn weke sal e
Ey rinda min çima nayê?
Hatina te xewn û xeyal e
Şev dirêj bûn, roj qet naçin
Meh li min bûn weke sal e
Delala min çima nayê?
Hatina te xewn û xeyal e
Şev dirêj bûn, roj qet naçin
Meh li min bûn weke sal e
Ey rinda min çima nayê?
Hatina te xewn û xeyal e
Şev dirêj bûn, roj qet naçin
Meh li min bûn weke sal e
Delala min çima nayê?
Hatina te xewn û xeyal e
Şev dirêj bûn, roj qet naçin
Meh li min bûn weke sal e
Delala min çima nayê?
Hatina te xewn û xeyal e
Şev dirêj bûn, roj qet naçin
Meh li min bûn weke sal e
Written by: Kawa
instagramSharePathic_arrow_out􀆄 copy􀐅􀋲

Loading...