クレジット
PERFORMING ARTISTS
Yahhya
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Yahya Kösen
Songwriter
Harûn Elkî
Arranger
歌詞
Ji dûr ve ez xuya dikim bê mirûz û reşik
Ji nêz de tu nas bike tê ji min hez bik’
Birînên min qalik girtin hatin qeşartin
Hin ji wan gelkî kûr in nayên veşartin
Ez hatim ji dûr gur li dû bi zûr pişt bi xencer û şûr
Min hilda jiyan da ser piyan min nefirot giyan
Wer’ pêşwaziya min, geş bik’ jîna min
Barê min hêvî, bi min û te bi nêvî
Wer’ tengala min, bib’ hevala min
Bi roj û bi şev, em hez bikin ji hev
Li dilekî safî digerim ku çend tişta bêjim
Gotinên min hebkî tûj in lê ez rast dibêjim
Ava çema yî dike xuşîn tu jê netirse
Dûr be ji ciyê xalî û bêdeng tê zû bifetise
Wer’ hinda min bibe rinda min pişk û para min
Dest dirêj ke min himbêz ke tu şepala min
Li dil bive mêvan mêvanek giran
Zû zû ji min neçe mazûban bi qurban
Wek cotek kevok em per bixin nav per
Em hevdu bernadin ti car nabin fer
Wer’ pêşwaziya min, geş bik’ jîna min
Barê min hêvî, bi min û te bi nêvî
Wer’ tengala min, bib’ hevala min
Bi roj û bi şev, em hez bikin ji hev
Written by: Yahya Kösen