album cover
De Here
album cover
De Here은(는) {albumName} 앨범에 수록된 곡으로 2026년 9월 12일일에 Kom Müzik에서 발매되었습니다.De Here - Single
2026년 9월 12일
라벨Kom Müzik
BPM80
멜로디에 강한 음악
어쿠스틱 악기 중심
발랑스
춤추기 좋은 음악
에너지

뮤직 비디오

뮤직 비디오

가사

Werî loy de herê yê…
de herê yê, de were.
Keser û kedera dilê mi, lawiko, ez gune me.
Kuro êtîmo, dilê mi kelekela vê havînê.
Mi dî lawikê mi bîrîndar e nexweş e,
nexweşê nav nivînê.
Ezê rabim cîkê gede lawikê xwe daynim,
Wan pencere,
li qesra jorîn,
gelo ji xwe ra li şaneşînê.
Gidîno, tu dêhna xwe bidê:
hê bi desmala ser destê xwe
li ser çavê lawikê xwe bikim
bangê baweşînê.
Heger dê û bavê mi ji der da hatî gotî:
“Keçê, law kî ye?”
Ezê bêjim:
korahî bi çavê min û we da hatino.
Hûn nizanin lawikê mi nexweş e,
nexweşekî bêhal e.
Tirsim bimirim lawikê xwe têr nebînim.
Dimrim bi wî kulî, bi wî derdî,
Wê keserê, wê birînê.
Werî loy de herê yê…
de here yê, de here.
Keser û kedera dilê mi, lawiko, ez gune me.
Werî loy de here yê…
de here yê, de here.
Keser û kedera dilê mi, lawiko, ez gune me.
Kuro lawiko ho,
sibe ye vê sibengê, malxirabo,
lawikê mi bîrîndar e nexweş e,
nexweşê nav nivînê.
Ezê cîkê lawikê xwe daynim
Şaneşînê li ber pencerê
Êtîmo, çi bêbextî bû
li gundê xirab da.
Te li mi xistî derba kêrê,
tîra vê xençerê.
Ezê rabim gelo desmala ser destê xwe,
bi ser çavê lawikê xwe bikim
bangê baweşînê.
Heger dê û bavê mi ji der da hatî gotî:
“Keçe, law kî ye?”
Ezê bêjim:
korahî bi çavê min û we da hato.
Hûn nizanin gede lawikê mi bîrîndar e nexweş e,
nexweşî bêhal e.
Tirsim bimirim lawikê xwe têr nebînim.
Bimrim bi wî kulî, bi wî derdî,
bi vê kulê, vê kederê.
Werî loy de herê yê…
de herê yê, de herê.
Keser û kedera dilê mi, lawiko, ez gune me.
instagramSharePathic_arrow_out􀆄 copy􀐅􀋲

Loading...