Vídeo da música

Zembîlfiroş - Şivan Perwer - (The Collection 14 - 1992)
Assista ao videoclipe da música {trackName} de {artistName}

Apresentado no

Créditos

PERFORMING ARTISTS
Sivan Perwer
Sivan Perwer
Performer
COMPOSITION & LYRICS
Sivan Perwer
Sivan Perwer
Composer
Geleri
Geleri
Songwriter

Letra

Zembîlfiroş zembîla tîne Delalo zembîla tîne Kolan bi kolan digerîne Nan û dahnê pê distîne Zarokan pê ditevrîne Gava ew zembîla tîne Gava ew zembîla tîne Xatûn li bircê dibîne Bi eşqa dil dihebîne Aqil diçe sewda namîne Ha dil were, ha dil were Kesê ji dil nekî bawere Ji mirovantî hatiye dere Kuro sêlka vir de bîne Mîr dixwaze te bibîne Kuro sêlka vir de bîne Mîr dixwaze te bibîne Buha buha ji te bistîne Lawiko ez brîndar im Lawiko ez brîndar im Xatûna min a delal e Min bîhîstî Mîr ne li mal e Xatûna min a delal e Min bîhîstî Mîr ne li mal e Bazara'm malê helal e Xatûnê wez tobedar im Delalê wez tobedar im Ha dil were carek bi coş Car car vexwe şerbeta xoş Dilqinyata Zembîlfiroş Zembîlfiroş lawikê beyan î Ez dibêjim tu pê dizanî Zembîlfiroş lawikê beyan î Ez dibêjim tu pê dizanî Min bo eşqa dil te anî Lawiko ez evîndar im Lawiko ez evîndar im Tu xatûna min a zerîn e Qusur li ser te qet nîne Tu xatûna min a zerîn e Qusur li ser te qet nîne Lê dilêm kesî nahebîne Xatûnê wez tobedar im Delalê wez tobedar im Hay hay hay hawar e hawar e Hay hay hay hay. Xatûn pir evîndar e Li ber rehma Xwedê xwar e Ji eşqê maye bê par e Evîndar e ma bêçare Xatûn li jor kar dike Zêr li eniyê par dike Kalên sedsalan har dike Çavên min mîna eynan e Biskê min mîna qeytan e Diranê min mîna mircan in Eniya min mîna ferşan e Berê min mîna fîncan e Fîncanên mîr û paşan e Sîngê min mîna zozan e Zozanên haft eşîran e Zembîlfiroş, lawikê derwêş Lê bike kêf û seyran e Zembîlfiroş lawikê derwêş e Keremke tu were pêşe Heqê zembîlên xwe bibêje Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş lawikê derwêş e Keremke tu were pêşe Heqê zembîlên xwe bibêje Lawiko ez evîndar im Lê lê lê, lê lê Xatûnê Çavên te mîna zeytûnê Lê lê lê, lê lê Xatûnê Çavên te mîna zeytûnê Ditirsim ji agirê êtûnê Ya Xatûn ez tobedar im Tobedarê Xaliqê Cebar im Ser toba xwe ez nayêm xwarê Zembîlfiroş lawikê feqîr e Were ser doşeka Mîr e Bidim te guliyên herîr e Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş lawikê feqîr e Were ser doşeka Mîr e Bidim te guliyên herîr e Lawiko ez evîndar im Tu Xatûna li birc û ban î Li ser text û li ser seran î Tu Xatûna li birc û ban î Li ser text û li ser seran î Tu ji min re nabî kevanî Xwedî zarok û eyal im Zarok tazî û birçî li mal in Xatûnê wez tobedar im Zembîlfiroş lawikê nenas î Tena derpî û kiras î Tu ji destêm nabî xelas î Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş lawikê nenas î Tena derpî û kiras î Tu ji destêm nabî xelas î Lawiko ez evîndar im Xatûna gerden bi morî Qet nabe bi kotek û zorî Xatûna gerden bi morî Qet nabe bi kotek û zorî Tirsa min ji wî Reb ê jorê Xatûnê ez tobedar im Tobedarê Zerdeştê Kal im Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê
Writer(s): Sivan Perwer Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out