Lyrics

Ey av û av, ey av û av Ma tu bi eişq û muhbetê Mewc û pêlan tavêy belav Bê sekne û bê ra'hetê Ji işqa kê her têy û têy Heta kengî her bêy û bêy Bo min bi bêje heyranê kê Da ez bîzanîm qîsetê Da ez bîzanîm vê sîrê Ji hindekê heta prê Ji me'neya vê gurgurê Ji kê ra dikî vê ta'etê Ey av û av, ey av û av Ma tu bi eişq û muhbetê Mewc û pêlan tavêy belav Bê sekne û bê ra'hetê Şevan û rojan bê xewî Ji mi'hbetê kê dî tewî Şevtariyan qet na'hewî Tu j'emrê kê hû bîlez ketê Ew reng dibêt ava zelal Buhrîn lî min çend mah û sal Qet kes nekîr li min su'al Heta giham vê sa'etê Ey av û av, ey av û av Ma tu bi eişq û muhbetê Mewc û pêlan tavêy belav Bê sekne û bê ra'hetê Kehnî dizên Cû jê diçin Hindî Xudê dan Ins û Cin Qet kes nekir ev pirs ji min Ne j'Enbîyayê Ommetê Miksî dibê avê we bû Pêxemberan aqil hebû Qet hewceyê pirsan nebû Wan dest gihabû suhbetê Pirsa Feqê bê cih nebû Lewra di furqanê hebû Erşê Xudê li ser te bû Avê gelo bîra te tê Avê cewab da bê suxen Ezman nebû, bîhal gote min Remzên di padşahê mezin Sub'han ji wê seltenetê Ey av û av, ey av û av Ma tu bi eişq û muhbetê Mewc û pêlan tavêy belav Bê sekne û bê ra'hetê
Writer(s): Feqye Teyran, Hesen şerif Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out