album cover
Apo
3.338
World
Apo adlı parça {albumName} albümünün bir parçası olarak Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut tarafından 6 Nisan 2020 tarihinde yayınlandıAx Eman Eman - EP
album cover
Çıkış Tarihi6 Nisan 2020
FirmaDeutsch-Kurdisches Kulturinstitut
Melodiklik
Akustiklik
Valence
Dans Edilebilirlik
Enerji
BPM103

Müzik Videosu

Müzik Videosu

Şarkı sözleri

APO
Apo hay, hay, hay, hay, hay, hay, hay, hay, hay, hay, hay, hay,
Li serê çiyayê li Sîpanê Xelatê girtiye dûman û mij e apo,
Herçî orta dudila çar çewa xeberdide, belkî xaliqê alemê ezîzê dilê wî bikuje,
Çawa destê mi negirtin nedane xortekî çardesalî, mal di gund de, heft saliya
min da dilê min tê da hebû,
Li destê mi girtine dane bi li mal û qelendê dinyalikê kalekî heştê not salî,
Êvar da kêleka mi rûniştiye kopek dihênije,
Ji nava sing û berê mi zeriyê ji dev û pozê wî kilemizigê,
Nava sing û berê mi dirije apo, de apo, wî la apo, de apo, wî la apo.
Esmer eman, eman, eman,
Çi kulîlka dora çeman,
Xelq zewicî ez û tu man.
Apo, dike mala bavê zeriya min ji vî gundî bar ke,
De tu rabe ebakî dewrêşa bav, tûrekî parsê, çar biraziyê xwe ra kar ke,
De gava destê biraziyê te destê mihuba dilê wî dibe,
Êlê destê biraziyê xwe bigire cahiltî bibe axa sar ke apo,
De apo, qederê wê la tu xirab î.
Esmer min dî sêlê tîne,
Ba şê biskê şê dixîne,
Îmanê ji kal û pîra distîne.
Apo, dilê mi dêranî serê vê êvarê, apo du dila nahebînî,
Du kewê gozel xeyîdiye refê kewa nagerîne,
Herçî orta du dila çar çewa xeber dide,
Belkî xaliqê alemê ezîzê dilê wî bistîne,
Çawa destê delalê dilê mi girtine dane qelendê malê dinyalikê,
Ez ê çûme yalî malê mihuba dilê mi li mal nîn e,
Wezê çûme yalî odê, rûniştî bû li kêleka kalekî heştê salî,
Kolozê wî danîbû ser çoka xwe ya narincî,
Li şer şimekê Diyarbekirê li dorê wê digerîne apo.
Esmer eman eman eman,
Esmer eman, delalê mindî,
Li vî bajêrî tu tenê rind î,
Tu bedewa kurda gund î,
Tu nazika kurda gund î.
Written by: Kürt Halk Şarkisi
instagramSharePathic_arrow_out􀆄 copy􀐅􀋲

Loading...