album cover
Emro
79,720
World
Emro 由 Ses Media 於 2007年1月1日發行,收錄於專輯《 》中Mîr ê Zirav (Archive, Vol. 20)
album cover
發行日期2007年1月1日
標籤Ses Media
旋律
原聲音質
Valence
節奏感
輕快
BPM60

積分

演出藝人
Şakiro
Şakiro
演出者
詞曲
Anonim
Anonim
詞曲創作

歌詞

Emro
Emro sibe ye qîz û bûkê gundê me meşiyane avê
Delal,
Bejnzirava, çepildirêja, porkeja, navqendîla xwe dane pêşiyê
Kinan û miskînya, dêkotîya xwe dane dawîyê,
Qemera min a bi nîşan dixemilî şeva xatirê dilê rezîl xwe dabû navê
Gelî gundî û cînarno gilî û gazin û loma ji min nekin
Min sond xwarî tu cara li ser kawa xwe ya kubar ra
li ti qîz û bûkê xelkê nakim merhabatiyê tu silavê
Gidîno kubara min a nazik û nazelîn,
Fenanî başordegê ji golixê muradê,
Etegê Sînê bi Sînegê
Pelê xwe diweşîne ji berfê ji qiraxê, ji xunavê,
Eman de ecemê lê hêêê êêhêhê êê...
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be, ez ê ji bona te mirî me,
Ax zalimê ez nizanim tu çawa yî
Emro,
emro sibe ye vê sibekê diçûme Heleba şewitî
Ciyê gewran û rindan, dîkê şevê nîvê şevê min dixulxuland
Delal,
welatê xerib bû, durziyê du delal bûn
Ez ê nexweşî bê halî nexweşê nava cîh bûm,
Bê qewm û bê lêzim û bê kes û bê xwedî bûm
Serê min li ser balgî û balîfê, çavê min li xewê bû,
Guhê min li guhdariyê bû, min serê xwe ji xewa şêrîn bilind kir,
Min dît cote pîrê melûmê kezeb serê min sekinîbûn
Berxê, yekî kefenê min dibirî, yekî meqesê dabû difesiland
Mirin emrê Xwedê ye ez dimirim,
min dît kubara min xwe dabû ber pencerê
Bi qiram û dîrhema kilê sibhanê dikire belek çava
Vê dîlberê xwezî min zanibiya
Gavê din da de ji kêra xwe dineqişand, dixemiland,
Eman de ecemê lê hêêê êêhêhê êê...
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be ez ji bona te mirî me,
Ax zalimê nizanim tu çawa yî
Written by: Anonim, Traditional
instagramSharePathic_arrow_out􀆄 copy􀐅􀋲

Loading...