積分
歌詞
Delala Şox û Şepal
Delala şox û şepal
Çavên te çavên xezal
Te'z kuştim ez jovandim
Were bi min re be heval
Gul û nêrgiz û beybîn
Ezim Xecê ezim zîn
Xortê delal û hêja
Dilbirîn û Cegerxwîn
Çavê reş çavên te ne
Merviyê bejna te me
Te'z kuştim ez jovandim
Were bi min re bikene
Çavê min çavê reşin
Bi neyaran nexweşin
Bejna min şitlek rîhan
Demê min sorî geşin
Ez zanim Kurdistanî
Jî bo min niştimanî
Tola çavên reş belek
Îro li bin destanî