積分

演出藝人
Berbang
Berbang
演出者
詞曲
Anonim
Anonim
詞曲創作

歌詞

Ay delal, ay delal
Were delal, min li diyara, diyarê Selwîn e
Tavek ketiye Qerejdaxa şewitî
Gulê bavê Mamdela rengîn e
Tîrêjek xwe berdaye welatê Boz-Hewayê
Welatê Cûlêb, beriya Bavê Bozînê
Qasida xelkê rêwî û êlçî ne
Qasida min û xelkê, delal, çelê mibareka havîna
Pirîska berfê, peşka baranê, helkana bayê xerbî ne
Xwedêyo, miradê ne ji dil be bira ji axa gora re bimîne
Were delal, lawiko çîya sar e ji berfê re
Zozan xweş e ji kêf re, Qerejdax xweş e ji koçeriyê re
Xwedêyo, miradê ne ji dil be bira ji axa gora re bimîne
Delal ay, delal ay
Delal ay, delal ay
Delal ay, delal ay, delal
Ay delal, ay delal
Were delal, Xwedêyo beriya jêrî nav rêya de
Eşra rast, ti ji nigê xam ciwaniya delêl re
Min li dîyara, dîyara Xana Xerîb e
Tavekê hilkişiyaye beriya Boz Hewayê, xwe berde beriya cûlêbê
Were delal, min li dîyara, dîyarê Mêrgemîrê
Pezê lawikê min naxwe pelê melwendê, koka talê li şîrê
Ez ê bi qurbana tiliyê delalê dilê xwe bim
Qerimî li ser darê bilûrê
Delal ay, delal ay
Delal ay, delal ay
Delal ay, delal ay, delal
Ay delal, ay delal
Were delal, di ser me re çîya ye
Di biniya me re Pozê Cûrê, Pozê Tûgêl û Xêr û Yarimceyê giş xuya ye
Taximê sîng û berê min keçikê ji delalê dilê min re
Mîna pûrteqaleke, ji pûrteqalê Yafayê
Hingivê Sêrtê, xurmeka Bexdayê, hêjîreka Şingalê ye
Na wele, taximê sîng û berê min keçik e ji delalê dilê min re
Newala mewîja, hebabê dimsa Tizyanê, gûşiyekê tiriyê lawê Qocecibûr
Li Dîyarbekira şewitî di sindûqa de bi ser hev de şîrêz daye
Were delal, hatî yî mala sêvê zer e
Alemê kirî bi weqiyan e, min ji delalê dilê xwe re kirî rûberber e
Delal ay, delal ay
Delal ay, delal ay
Delal ay, delal ay, delal
Ay delal, ay delal
Were delal, xeberek ji min re hatiye, dibên, delalê dilê te nexweş e
Li ser rê min got; Rebî, ta delêl bi mirina wî be, ruhê têkeve berê
Were delal, mala me vayê, şevçira me vêketî, agirê me dadayî
Birayê min biçûk in, li mektebayê, bavê min extîyar e li odeyê
Pîrek dîya me heye, ji êvar de lehêf li serê xwe werdaye
Delal were, taximê sîng û berê min keçikê ji te re mûxela maye
Delal ay, delal ay
Delal ay, delal ay
Delal ay, delal ay, ez surgino
Written by: Anonim
instagramSharePathic_arrow_out

Loading...