Lyrics

Bavê Ehmed 'Ebdullahê nûcivan Layiqê navê Muhemmed pir bi şan Rind û levhatî gelek bû bê hîsab Guh neda bê 'arî û karê xerab Wesfê 'eybê lew li dora wî nebû Lew ku nûra Ehmedê pak pê re bû Pir şêrîn bû ber dilê bavê xwe ew Sed deveh dabû di ber canê wî lew Pîr bû 'Ebdulmutalîb lê wî di zan Hê nekir xwey zewcê 'Ebdullahê can Xwest ku jê ra bîne jinekî pir delal Hem ji malek pir esîl û nan helal Nav temamê qîzê rindê Mekkiya Jêr munasîb dît keça Wehb maliya Amîne pak û temîz bû bê qeder Hem esîl û nazenîn û mu'teber Pir şeref daye Xwedayê La-mekan Ew neqand ji walîdê cumle cîhan Rabû 'Ebdulmutalîb kir kar û bar Dawetek gelkî mezin çêkir ji war Xelqê Mekkê tevde hatin dawetê Hem nîkaha wan birin wê saetê Barî nûr ser bûk û zava wê demê Da melek tesbîhê Rebbê 'aleme Pir bi qedr in ew li ba Reb herdu zat Lew ji wan çêbû ye fexrê kâinat Ew muşerref bûn bi nûra Ehmedî Daye wan ev lew Xwedayê Sermedî Borî şeş meh ser wîsala herdukan Ew se'îd bûn nêv şev û roj her zeman Lê ku zava çû dîyarê xurbetê Amîne bi hemlê xwe ma der hesretê Çû gihat karwanê Şamê da herê Boy bi bînê hewceyên mal daye rê Lê nebû qismet werê ew ber bi mal Lew nexweş ket ma li Medînê bê mecal Xelqê karwan çû bi rê ket dil bi jan Ma lê 'Ebdullah di nêv êşa giran Wextê karwan hate malê ew ne hat Wî nema dît bavê û dê yar û welat Çunkî bazirganê karwan da xeber Ketiye huznê xanedan lew bê qeder Lew zû Haris çûye Yesrîbê ji mal Lê vegeriya ew tenê hat bê heval Bîst û pênc sal 'umrê canê dîlberê Şerbeta mergê vexwar wî li wê dere Ma li Yesrîbê mekanê hîcretê Ma li Yesrîbê diyarê fîrqetê Ew li xurbet ma tenê di nêv meqberê Lew ne hat wesla hebîb û ma dere Hingê 'Ebdulmutalîb ma pir neçar Bûye xemgîn ew ji derdê bê debar Wê ji êşa nav û dil bê îxtiyar Pir rijandin hêstirê çavan bê jimar Bûye mehzûn her çi tiştê her zemîn Ser wefata bavê narîn pir girîn Herdu çavê Amîne bûn mislê çem Yek demê muhlet nedayê derd û xem Wey weled yar wey weled yar wey weled Lew nedî wî kodekê min sed meded Ka 'ezîzê min çima ma li xurbetê Ez tenê hiştim di nêva fîrqetê Kanî 'Ebdullah civanêm kir wefat Daye ser cerg û dilê min lew şewat Ma heye teqet bigirim hey hewar Ser dinê çawa bikim sebr û qerar Hate girtin ser mi deriyê wesletê Mam di nêva ah û derd û hesretê Ma yetîm ewladê min ma bê xwedî Wî li dinyê carekî bavê xwe nedî Xem ne xwe ey dayika can Mustefa Nav dilê xwe bavê ji van derd û cefa Ew yetîm anî dinê bi hîkmeta Kirye emsal ew ji boyî milleta Bê xwedî namîne ev nûra cîhan Lew ji bo wî Rebbê 'alem bû şivan Rebbê 'alem çêtir e hji her hamiya Hazir û hem nazir e lew li her ciya Em ji eşqa can û dil ba xweş kelam Her bibêjin es-selat û wes-selam
Writer(s): Mesut Biçim Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out